Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kevoka gerdenkirî (Ibnil Mûqeffa)

 


W: Selam Darî

Þah Debþelîm ji feylesûf Beydeba re got: te bihîstiye serpêhatiya du hevalên hijhevkirî , ku yekî derewîn ew jev dûrxistin , û rewþa wayî dawiyê çawa çêbû ?
De ji min re bêje ser destbirakan bê çawa dan û standina wan destpê dike , û kêfa wan pevre tê.
Feylesûf got: mirovê hoþmend biratiyê bi ti tiþtî nade , û bira bihevre alîkarin ser riya qenciyê , û li bir dilê hev didn di demên sonseret bi serê mirov de bên.


Û mînaka vê yekê serpêhatiya kevoka gerdenkirî , cird  , xezal û qijakêye .
Þah got: ew çawa bû ?
Beydeba got : li deverekê bi navê Sekawendcînê , li cem bajarê Dahir , cihek heye nêçîr lê pire , û nêçîrvan di çinê , li wê deverê dareke pirçuqlî heye , û pelên wê li hev  geryane , hêlîna qijakekî di darê de heye .
Rojekê ji rojan : qijak di hêlîna xwede ye ,  dît nêçîrvanekî bê pergal û cirnexweþ tor li ser milê wiye . û darek di destan deye , bi alî darê de tê .
Qijak jê tirsiya , û got : ((ev mirov hatiye vê deverê ku min tune bike .
de ezê di cihê xwede bim û binêrim : bê evê çi bike ?))
nêçîrvan di cih de tora xwe veda genem li ser reþand û li nêzîkî wê xwe veþart . gelek dem derbas nebû ta kevokek bi navê gerdenkirî hat , û pêre gelek kevok hebûn , kevoka gerdenkirî seroka wan bû , haya wan ji torê nema , hatin genim xwarin , û hemû ketin torê de . nêçîrvan bi kêf û iþq hat . her yek ji kevokan li bennê torê di xebite .û her yekê ji wan di xwest xwe rizgarke .
ya gerdenkirî got : ne tirsin emê rizgar bibin ,lê bila kes ji me xwe ji kesî çêtir nebîne  , divê em alîkariyê bi hevre bikin . û em bi hevre  rahêjin torê . û bi vî awayî emê tev rizgar bibin . rabûn rahiþtin torê û bilind kirin , û bi asîmananve birin .
nêçîrvan hêviya xwe ji wan nebirî û guman dikir ku wê nêzîk bikevin .
Qijakê got : ezê li pey wan bim da ez bibînim ka wê çi çê bibe ?
Kevoka gerdenkirî nêrî ku , nêçîrvan li pey wan e , ji lewra ji kevokanre got : ((ev nêçîrvan ji pey me venagere , û dixwaze me bigire , eger em bi ezmanande bifirin , em ji ber cavê wî nakevin , û ewê her û her li dûv me be . lê ku em têkevin nav avayiyan  emê ji ber cavê wî winda bibin . û ewê vegere . û li filan deverê Curdek heye ew destbirakê min e ,eger em xwe bighîninê ewê torê pare bike .))
Dibê wek ku ji wanre got bi cih anîn û bi ya  wê kirin . Nêçîrvan bê hêvî bû ¸ û vegeriya . lê qijak her li pey wan e .
Gava ku kevok gihan cihê curd kevoka
girdenkirî ferman da kevokan ku dakevin , gava daketin , dîtin ku rebenê curd ji tirsa sed qul çêkirine . ya gerdenkirî bi navê wî bangkirê , navê wî " Zîrek " bû . curd lê vegerand : tu kiyî ? got : ez hevala te kevoka gerdenkirîme . curd bi lez hat û jê pirsî . kê te xist vê davkêde ? lê vegerand : ((ma tu nizanî çi tiþtê xêrbe yan jî þerbe qeder e , û qeder tê serê wî kesê ku li ser hatiye nivîsîn , vêce qederê ez xistim vê davkêde . û kesê ji min xurttir û mezintir ji ber qederê xilas nabin , û qeder gelek
caran heyv û rojê jî xirab dike . eger qedera wan wisabe.))
dibê curd bi dinanê xwe dest bi vekirina girêka lingê ya gerdenkirî kir . ya gerdenkirî got : girêkên hemû kevokan veke ,û paþê were ya min veke , û her vê peyvê ji curdre carî dike . lê curd guh lê nake , belê gava ev gotin gelekî dubare kir . curd gotê : te gelekî ev gotin carî kir , tu dibê qey cane te li nig te nebuhaye , û tu rehmê li xwe nake , û mafê canê te li nig te nine . gotê : ez ditirsim tu dest bi girêka min bike û tu bi weste , û tu nema girêkên kevokên dî veke , lê ez dizanim eger tu dest bigirêkên wan bike û ez bimînim dawî tu dê nerazîbe ez bimînim di toreyê de çiqasî tu westyayîbe jî .
curd gotê : ev e ya evîna min ji te re bêtir dike . Di virde curd tore tev pare kir ta tewa kir . û ya gerdenkirî û kevokên pêre tev derketin ji torê .
Selamdari@yahoo.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark