Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çima xwendevanên Kurdî kêm in?

 


Berzo Mehmûd
22. 4. 2008

Ev kêşeya han çend babetên hawpêwend pevre tênê meydanê, û hemî jî li gel hev pêwendîdar in, ku ew jî "ziman" û "xwendin" û "xwendevan" in. Ev hersê mijar pevre di cokê de birêve diçin û yek li dû ya dîtir diçê, û evane di nav hev de kêşeya kêmbûna xwendevanên Kurdî peyda dikin. Inca em dikarin kêmbûna xwendevanên zimanê kurdî ji ber gelek hoyan bênin ziman, ku ev jî dikevin nav du coreyan de:


  1. hokarên dervî viyana kurdan
  2. hokarên navxoyî bi viyana Kurdan
1.   Hokarên dervî viyana kurdan
Ji bilî Kurdistana Iraqê, Kurd ta roja îro wek milet û ziman bindest e, û bi mafê xweyê rewşenbîrî şa nebûye, lewre beşê herî mezin ji Kurda, nemaze kurdên zarê Kurmancî ku li nav dewleta Turkiya û Sûriyê û beşek ji Kurdistana Iraqê û Îranê dijîn, evane hemû ji mafê xwendin û nivîsînê bi zarê Kurmancî bêpar in. zarê Soranî li Kurdistana Iraqê ta radeyekê ji despêka sedê bîstan de bi şêweyekî ji şêweyan zarê Soranî kete warê nivîsînê û xwendinê de, bi taybetî li Kurdistana Iraqê ku dibistan bi zimanê Kurdî vebûn û karê mamostayetiyê di nav Kurdan de bû cihê berjewendiyê. Vê yekê hişt ku ev zar di piratîkê de bi ser bikevê û cihê xwe di xwendin û nivîsînê de bibînê. Lêbelê beşên Kurdistanê yên dîtir ta niha jî ev derfet jêre nehatiye, lewre zimanê Kurdî roj bi roj paş ket û zimanê serdestan çi yê Turkî û çi yê Erebî û Farisî di nav Kurdan de belav bû ji ber ku dibistanên mîrî hemî bi zimanên van dewletan bûn. Inca Kurd wek kêşeyeke siyasî bû miletekî peyrew ji zimanên dîtir re. di vê piroseyê de zimanê Kurdî ne bû cihê berjewendiyê ku milet xwe pê bigirê û berjewenduya xwe pê birêve bibê, ji ber ku karbedest di dezgehên mîrî de bi zimanê dewleta serdest tê pejirandin. Ne tenê wilo jî di demekê de li Turkiyê axaftin bi zimanê Kurdî dibû sedema sizakirinê û bacên hikûmetê li wî kesê ku bi Kurdî baxêvê dihat danîn.
Hokarên derve ne tenê ziman kurdî bêhêz û lawaz kir hestê netewayetî li nik beşek ji kurdan lawaz kir ta radeyekê ku mirovê kurd xwe kêmî yê serdest bibînê. Vê yekê ziyan gihande saykolojiya mirovê kurd, nemaze li Kurdistana Turkiyê ev pirose pêkhat.
Ya dîtir jî ew e yek ji encamên bindestîkirina Kurda wek ziman û milet, kêşeya rewşenbîrî jî her bi xwe re tênê ku ew jî di vê cokê de tê bindestkirin û bişaftin, lewre çapkirina pirtûkan bi zimanê Kurdî bû yasayek cihê sizakirinê ye di van dewletan de. Tenê di van çend salên dawî de werîsê girêdanê van dewletan di bin kartêkirina guhartinên dewletî de hinekî li stûwê zimanê Kurdî sist kirin. Lê dîsa ev pirose navbera sistkirin û şidandinê de diçê û tê.
  
Di nav vê bawhewaya han de pirtûka Kurdî bi dijwarî riya xwe tajot û nikarîbû serê xwe hilde. Vê yekê hişt ku rewşenbîrî bi zimanê Kurdî belû nebê, inca zanîn û zanyarî û zanist her bi zimanê biyanî di nav kurdan de belav bû, lewre pirtûka Kurdî jî nebû serekaniyek ji wergirtina rewşenbîriyê re, vê yekê weha kir ku xwenda û zanayên kurd yên ku di bingeha xwe de di dibistanên zimanê serdest de fêr bûn û zanîn standine, berê xwe bidin xwendina pirtûkê bi zimanê biyanî yan bi zimanê serdestan (Erebî û Turkî û Farisî). 

3. Hokarên Navxoyî
Hemberî van hokarên siyasî ku ziman jî pêre bindest bû, Tevgera Kurdî ew gavên hêzdar di fêrkirina zimanê Kurdî de bi awakî nependî ne-avêtin, û gelek caran siyasetmedarên Kurd û rêberên siyasî ev destûra mîrî bi tewawî li ser xwe pejirandin, û  hincar jî siyasiyên kurd giftûgoya xwe pevre bi zimanê van dewletan dikirin, vêca bi zimanê biyanî daxêvin û dixwênin û dinivîsin, nemaze ev rewş bi rengê xweyê beloq di Kurdistana Turkî de xuya kir, lê yên parçeyên dîtir jî ne bi gelekî dûrî wan bûn, belê herçî ya Îranê û ya Iraqê bû bi rastî xebata wan di belavkirina zimanê Kurdî de ji yên dîtir  bilindtir e, ji ber şabûna wan bi hin mafên rewşenbîrî bi Kurdî.  

Ji bilî sistkirina destûran ji aliyê van hikûmetan ve li ser zimanê Kurdî, derketina kompyûter û tora Internêt jî derfetek ji kurdan re anî meydanê, ku Tevgera Kurdî eger bixwazê, dikarê karekî û xebatekê di warê pêşxistina ziman û çapkirin û belavkirina pirtûkên kurdî de bikê. Di vir de pêwîst e du cok pevre birêve biçin:

A.  Hînkirina zimanê Kurdî di nav xort û keçên kurd de pêwendiyekê û girêdanê navbera zimanê kurdî û mirovê kurd de drust dikê, û ev yek rê li pêşiya gelek xortên kurd de vedikê û dihêlê ku hincet li nik hineka ji wan nemênin, û guhdanê bi zimanê xwe bikin. Helbet wê ne her kes riya xwe berdewam bikê, lê wê beşek jê riya xwe bigirê û hin ji wan jî ne dûr e gavine mezin bi pêşde bidin û xebatekê di zimanê Kurdî de bikin, û li şûna cihê wergirtinê bikevin cihê belavkirinê de.
    
B.   Çapkirin û belavkirina pirtûkên zimanê kurdî, ji aliyê tevgera Kurdî yan dezgehên taybet bi vî karî ava bibin û di belavkirina pirtûkan de kar bikin, ku ev dibê gaveke seretayî bo bidestxistina pirtûkê, ji ber ku nebûna pirtûkê jî dibê sedemek di destê xwendayan de ku nikarin pirtûkê peyda bikin û li encamê bi kurdî naxwênin.

Hokarên navxo yên dîtir:
A. Nebûna pirtûkên rewşenbîriya hemecor dibê sedemek ku girêdana xwendevanan bi pirtûkê ve kêm dibê. ev bi xwe jî li kêşeya wergêranê vedigerê ku zimanê Kurdî di warê wergêranê de gelek lawaz e, û ev bi xwe jî dibê sedemeke mezin di nebûna rewşenbîriyê bi zimanê Kurdî, bo nimûne pirtûkên biyanî di gelek celebên rewşenbîrî û zanîn û raman û felsefe û sykolojiya û siyasetê û abûrî û komelnasî û gelek warê zaniyariyê.

B. Xemxwariya navûdengiyê li nik hin nivîseran dibê hêzek ku nivîseran berew zimanê Erebî de bibê ku pê binivîsin û pê belav bikin. Ev jî dibê hoyek ku girêdan bi zimanê Kurdî lawaz bibê, û li encamê jî pirtûka kurdî bêqîmet dibê, û xwendevan jî jê dûr dikevê. Bo nimûne hin nivîserên me hene ku pirtûka xweyî destnivîs bi kurdî nivîsandine, lê jidêvla ku bi kurdî belav bikin, vê pirtûkê hem werdigerênin zimanê Erebî û bi Erebî jî belav dikin, bê ku em ya Kurdî bibînin. Baş e eger nivîserê zimanê Kurdî bihamendiyê nadê pirtûka Kurdî, emê çawa vê yekê ji xwendevan bixwazin?!

C. Gelek caran pirtûka Kurdî bi şêweyekî ne sipehî derdikevê ku ev bi xwe jî kartêkirineke nigetîv li xwendevanan dikê, û wan bi xwe ve nakişênê.

D. Dezgehên ragehandina partiyên me belavokên xwe bi zimanê serdest belav dikin, ku ev jî dihêlê xwendevanên kurd bi Erebî û Turkî bifikirin, nemaze di warê siyasî de. Ev kar jî dibê hêzeke saykolojî li nik xwendevanê kurd ku zimanê kurdî bêqîmet bibînê, lewre xwendevanê kurd jî wek mirovekî normal ti guhdanê pê nadê, û li encamê jî xelk ji xwendina zimanê Kurdî dûr dikevin.

Li encama van hemî hokarên derve û hindurû xwendevanê zimanê Kurdî kêm bûne, lê em di wê baweriyê de ne eger ev hokarê han bi awakî newin çareserkirin, helbet xwendevanên Kurdî wê kêmtir bibin.   

Çareserkirin:
Çareserkirina vê giriftariyê barekî mezin e dikevê ser sê aliyan de:
1. Milê rewşenbîrên kurd û zimanê Kurdî, ku kom bibin û destê xwe bidin hev û pevre vî barî hilgirin û rê jê bibînin.
2. Milê tevgera rizgarîxwaza Kurdî bi hemî partiyên xwe ve
3. Milê bircuwaziyên kurd ku deravekî darayî jêre terxan bikin da ku pirtûka kurdî hem bi rengekî qeşeng dekevê, û hemî jî nav destê xwendevanan de pir bibê.

----------------

Têbînî:
Ev babet ji aliyê Bavê Helbest hate pêş, û wek pirsekê tê pêşiya rewşenbîrên kurd, û wê bibê mijara giftogoya vê şevê. Vê nîvroyê piştî ku ez li naveroka pirsê agadar bûm, min ev gotar amade kir. 
Min ev gotar heme yekser nivîsand û belav kir bê ku ez lê vegerim, inca eger şaşiyên nivîsînê û tîpçinînê (tenddîdd) têde hebin, li min negirin. Berzo, 22. 4. 2008.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark