Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: şerme eger em kêmtir ji hukmê zatî bixwazin li Suryê!

 


  Şevger *

Ji îro pêde pir şerme eger partîyê kurd li Suryê kêmtirîn ji hokmê zatî bixwazin u pîweste her sê beşên din yên kurdistanê ilana xwesteka fedralîzmê bixwazin ji ber kurd ev cara yekemîne di qunaxeke zêrîn de derbas dibin u gelek egerên alîkarîyê peyde dibin wekû :


1- hişyarkirina gel di serhildana12 adarê de u 36 şehid ku îşaretek giring da hemû hemwelatîyên hundurê welatê Surî ku kurd tê kuştin u qirkirin ji ber ku neteweke kurde u xwudan xwestekek siyasî rewaya u xwudan Al u sirûde u xwe girêdide bi welatê kurdistan ve.
2-hişyarkina xwurt u keçên kurd u girêdana wan bi şoreşa gobalîzmê ve .
3-Azadkirina başûrê kurdistan jî bandoreke giring dileyize ser kurdên rojavayê kurdistan u teybet rêbaza serok Barzanî
4-kurd li rojavayê kurdistan bihtir girêdayê siyasetê ne u dûrin ji mezheb u Ol û ramanê aşîrtî u mala xudê ava ku partiyên islamî kurd nînin li Suri.., bihtir kurd tîyê serxwebûn azadiya welatê xwene.
5-kurdên rojavayê kurdistan ne dijî Emêrîka ne u evaya xaleke giringe.
6-kurdên rojavayê kurdistan îdî gihana rastîyekê ku bo xwe xebat u tekuşîn bikin u berê xwe bidin rêjîma şamê , mixabin hîna hinek hene bo imrali xebat dikin u beryara wan dervî tevgera kurdî ye u ev zirareke mezine , îdî bese ku her kes derbasî nav kurdên rojava bibe u wan ji xwere bi kar bînin ji her kesî em kurdên binxetê mehtêcî alîkarîyê ne.
7- (3) şehîdên qamişloka serhildanê dikarîbû balkêşîya 50 melyon kurd bi xweve bikşîne û omîda qehremanîyê ava bike bo azadîyê, careke din qamilşlokê tirs u lerz kire dil u cergên rêjîma dektator li Shamê u di gohê vê rêjîmê re doza kurd derbas kir u di çavên wan de tavloyeke qehremanîyê nîşanda .
8.hişyarkirina revenda kurdistanî li Europa u bi teybet revenda kurdên rojavayê kurdistan u peydekirina 10 malperên raghandinê u bi teybet kocka rojavayê kurdistan dengê tevgera kurd bi rêveberiya hunermend Shevger ku roleke pîroz dirabe ku her şev girêdanekê peyde dike bi tevgera welat re , u agadarîyan dide sehet bi sehet ku çi dibe li seranserî welat û dîyar dike cih u demjimêra hemû çalakiyê ku li Europa dibin .
9- Dostanîya hijmareke mezin ji partî u perlemento u dezgehên xaça sor u Aînestan bo kurdên rojavayê kurdistan
10- Amêrika u Europa temaşeyî rêjîma Suri dikin be rêjîmeke dektator u di xeta terorê de ye u di xetkêş iran u huzbulah u hemas deye u Amerêka dibîne ku surî hemberî programê wêye di rojhelata navîn de,
11- hemû dewletên Erebi dijî rêjîma Surî ne, ji ber dest dirêjîya wê di Lubnan de û kuştina Refiq Herirî u 10 wezîr u kesatîyên bilind di lubnan de,
... çiqas em bêjin hindike di derheqa vê rêjîma ku ji agir u hasin durst buye ew rêjîma ku 40 sal bi /partîya Bass ê / welat rêve dibe u kesekî ji xwe pêve qebûl nake u rewşa awarta ser welat u teybet ser herêma kurd dimeşîne bi zindankirina rêber u kadirên siyasiyên kurd u bi 1000 ,an ji xwendevan u karkerên kurd jî u rê girtin ber ramana azad u huner u çanda kurdî. ji vê xirabtir dorstkirina pîlanan ku ev milet birçî bibe u mihacir bibe u berê xwebide europa yan bajarê şam u helebê de kurd bibin karker u xolam ji ereban re u xwe winda bikin weku cawa dewletaTurk bi serê kurdên bakur dike u ev pîlan Suri u turki u iran bi hevre mutefiqin ser kurdan ..
vê rêjima dektator bo 100 hezaran Ereb anîn nav gund u bajerokên rojavayê kurdistan u jiyana kurdan kirin dojeh u cehneme îdî kurd di gundê xwede weku di zîndanê de dijîn u hemû derîyên kar u îş li ber wan girtîye u 400 000 kurd bê nasnamaye nikare bi xwîne li zangoyan yan kar bikin yan derman bibin li nexweshxanên dewletê yan derkevin dervî welat,
tevgera kurd ya siyasî hemû rê bi vê dewletê re kar anîn her gotin em hemwelatîne u her em veqetandina welat nakin u ne armanca me ye u her şehid dan di azadiya welatê Surî de u her warê niştîmanî de xwe dîtine xudanê vî welatî lê 1000 mixabin ev rêjîm wan kurd dîtine weku israîlîya u kuştina kurdan helal kirine ..
piştî çûna rêjîma Sedam ya gor be gor rewşeke teybet dorst bû li navçê ku nanê rêjîmên dektator nemaîne u îdî dive hemû kêm netewe doza mafê xwe bikin bi teybet kurd hina bindeste u tê kuştin u qirkin li Suri u iran u Turki yê .. piştî serhildana 12 adarê li qamishlo ku mezintirîn serhildan bu di rojhelata navîn de ku 3 melyon kurd rabû ser pîya u di roja 13 u 14 adarê hemû herêma rojavayê kurdistan azadkirin ji polis u leşger u deselatiya surî yê bes hezar mixabin piştevanî me nebû ji derve . li vir îdî ramanekî xwesteka siyasî avabû di programa hijmarek partîyên kurdên Surî de weku xwesteka hokmê zati u hinek weku xwesteka îdara zatî u îdî ji zexta gel u rewşenbiran ser partiyên kurd pîwestîyek dît ku partî bi hevre bikevin xiracira siyasî ser avakirina / lêvegereke siyasi / u ser yekbuna helwest u xwesteka siyasî ku kêmtirîn xwestek be jî ew / idara zatî be / ku kurd şirîkê vê dewletê bin bi her tiştî u di destîra surî de kurd were nasîn weku netewa dûyemin u ziman u çand u hunera kurdi serbest be u raman azad be.
her wisa piştî serhildana12 adarê cara yekemîne ku îdî hijmarek rewşenbir u siyasetmedarê ereb xwenêzîkî kurdan kirin u tevgera kurd bi wanre meclisek avakir bi navê / Meclisa Sham yan jî îlana Sham / ku xwesteka wê goherîna rêjîma Surî bibe di rêkên demoqratîk de u aştîyane de u mafê kurd ji wereqebul kirin.. çendî bi sedan tîbînîn kurdan ser vê meclisê heye ku mafê kurd têde ne zelal u hişkere ye yan jî hinek ji partîn kurd yên pêşdarî wê meclisê ne xudan perogramek azadiya kurdin yan kêm bawerin bi hêza gelê kurd mixabin .
Newroza 2008 careke dî tevgera kurd anî ber imtîhana azadî yê u xwesteka siyasi bi mêrani u avakirina berekî yekgirti siyasî ,,li vir pirs eve:
1- gelo xwina van her 3 şehîdên qamishlo wê partîn me bighine xwesteka idara zatî u hişgere bên emli suri idara zati dixwazin ?
2-gelo wê karibin lêvegereke kurdî ava bikin ?
3-gelo tevger îdî wê amadare be bo her tiştekî ku bi qewime ser vî gelî de bo pêşerojê ?
4- gelo ev tevger wê di sewîya peyama piştgiriya serok Barzani bo qamishlo ku cenabê serokê kurdistan barzani tehdida rêjima Surî kir u got em tedexolî nav kar u barê dewletan nakin lê em qebul nakin ku hun kurdan bikujin li Suri u dive beşar Assad wan mocrim u qatilan muhasebe bike..
biji kurdistaneke serbixwe u biji Barzani ku omida 50 melyon kurde
biji hemu şehidên kurdistan u her 3 şehîdên qamishlo u her 2 şehîdên newroza bakuri kurdistan
mirin bo rêjima Suri u Turki u iran u bo dujminan u her desteki ku dirêj bibe ser gelê kurd.
25.3.2008

--------

* Hunermend u helbestvan

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark