Raportek berfereh li ser Ahenga bîranîna Seydayê Cegerxwîn,

 ya kû Li Qamişlo hate lidarxistin

 

 

Amadekirin: Komîta Kovarên Kurdî Li Sûriyê

 

   Bi helkeftina 23 yemîn salvegera koçkirina Seydayê CEGERXWÎN, Komîta Kovarên Kurdî Li Sûriyê, ahengeke rewşenbîrî, êvara 22.10.007 an, li ser gora nemir CEGERXWÎN li bajarê Qamişlo li dar xist.

  Bi beşdarbûna dora 200 kesî ji rewşenbîr, çalakvan, welatparêz û navdarên kurd, demjimêr 18:45 bi rawestana kêlîkeke bê dengî li ser giyanê helbestvanê me yê gewre Seydayê Cegerxwîn, ahengê destpê kir.

 

   Di nerîna me Kovarên Kurdî Li Sûriyê de, tevî hin kêmasiyên derbasbûyî, şev bi rengekî xweş û serkeftî bi dawî hat. Kêmasiya serke ew bû ku hin ji helbestvan û rewşenbîrên me yên giranbuha derfeta xwendina berhemên xwe ji ber tengbûna demê  nedîtin, ewa ku li ba me cîgehê mixabinî û hêviya lêborînê ye.

   Xala din a cîgehê balkêşî û şanaziya me ye ewe ku ev karê me yê hevbeş, rêzgirtin û rûmeteke taybet û berbiçav li nik rewşenbîrên me yên xoşewîst dibîne. Di vî warî de, em hêvîdar in ku di paşerojê de, ji bo pêşvebirin û geşkirina rewşenbîriya kurdî li Sûriyê, em ê di asteya hêvî û baweriyên wan de bin.

   Li dawiyê, em sipasiya hemî beşdaran dikin, û ji bo kêmasiyan, careke din lêborînê dixwazin

/ em sipasiya v,n tv dikin go aheng tomar kir / hin hev peyv,n kirin

 

Komîta Kovarên Kurdî Li Sûriyê

26.10.2007

 

 

Berhemên di ahengê de hatin xwendin, û birûskên gihane komîtê ev bûn:

 

 

1-     Gotina komîta Kovarên Kurdî li Sûriyê, eve deqa wê ye:

 

   Di bîranîna 23 saliya koçkirina Seydayê Cegerxwîn de, em bi navê kovarên kurdî yên li Sûriyê têne weşandin (Aso, Pirs, Gulîstan, Deng, Gelawêj, Newroz, Perwan, Roj, Jîn, Vîn, Ziman) û bi nave hemî piştgirên ziman û wêjeya kurdî, vê bîranînê bi bîr tînin û xêrhatina we dikin.

   Bi helkaftina vê bîranînê ku 23 sal di ser koçkirina Seyda Cegerxwîn re derbas bûne, em bîst û sê gulên rengîn diyarî gorna wî dikin, bîst û sê bîranînên din em bi hev re bixemilînin û di bin siya mijankên rist û helbestên wî de, tevna rewşenbîriyê li dar xînin, bîst û sê singan ji pênûsa qederê li ser sînga kaxezan biçikînin, nemaze, pevhûnandina helbestvan, rewşenbîr, siyasetmedar bi hev re di yek qelafetî de, sira hênik in, yadîgar in, evra ne, her di nerîn û rewşa xwe de zindî ne.

   Bi navê prensîpên mirovatî, zagon û yasayên mafnasiyê û rewatiya navnetewî, bi navê rewşnebîrên ku roleke ronak dilîzin û çavên wan li ser dîmenê xwerista zemînê dikutkutin û piştgiriyê didin geşbûna zimên û çelengiya şeng, pêwendiyekê di navbera bergehên beşdarbûyî de bi mebesta xwendineke lihevhatin û li hevbanînê û hêviya avakirina dezgeheke rewşenbîrî, da ku karekî hevbeşî demokratîk  di kultûr û  kelepûreke hevgirtî de bikar bînin û em karibin derbarê projeya standarkirina zimanê kurdî û bi globalîzmê ve girê bidin.

   Bêgoman, Cegerxwîn mizgîniya projeyeke spehî ji me re diyar kiribû dema gotiye: ne pir maye kurê min Cegerxwîn                        hunê serbest bibin mizgîn û mizgîn

Çi tiştên ku baş bin bixwînin timî                      welatê me ronî dikin ew hemi

   Diyar e ku Seyda li gorî derfetên xwe car cara, pêngavên bê hejmar avêtine û berhemên yekta afirandine û bi mereqa dîtina serbestiya çeleng hatine.

   Seyda bi temtêlê civaka xwe û evîn û heskirina dîmenên welatê xwe ber bi sînorê nûjeniyê û banbilindiyeke mirovane û şaristanî ve çûye. Bi vî awayî, em dibînin ku rewanbêjî pêwistî xweşikbûn û gotinê ye, pêwistî avakirina hevgirtin û heskirinê ye, ev bîr û bawerî li nik miletê me û li ba kovar, nivîskar, çalakvan û rewşenbîrên me bibe dergûşa biratiyê û her ala rêveçûna jiyaneke aştiyane, wekhevî, hevparî, xwegirtî bilind bimîne.

   Li dawiyê, em sipasiya herkesê beşdar ji bo vê bîranînê dikin.

 

Komîta Kovarên Kurdî Li Sûriyê

22.10.2007

____________

 

 

2- Birûska malbata Cegerxwîn ya ku ji bal rêzdar Kesrayê Cegerxwîn ve hatibû rêkirin hate xwendin, eve ye deqa wê:

 

Ji Komîta amedekirina bîranîna 23 saliya Cegerxwîn re:

Ez bi nave malbata Cegerzwîn, xebata we ya hêja ji bo bîranîna 23 saliya koçkirina Cegerxwîn pîroz dikim, û herweha em sioasiyên xwe ji komîta amedekar ya 100 saliya Cegerxwîn mamoste Rezoyê Osê û mamoste Konê Reş re jî û ji rewşenbîr û nivîskar û ristevan û kovar û rojnameyên kurdî re(Aso, Deng, Gelawêj, Jîn, Newroz, Perwan, Pirs, Gulistan, Roj, Vîn, Ziman) ku bi karê bîranînê rabûne û serkeftinê ji kar û xebata we re dixwazin. Careke din, bi nave xwe û malbatê bimînin di xweşiyê de.

Stokholm 22.10.2007

Kesra Cegerxwîn

____________

 

3- Gotina Helbestvanê kurd Arjenê Arî ku ji Amedê hatibû:

Rêzdar Arjen Arî, gotineke devkî li ser hin bîranînên xwe bi Seydayê Cegerxwîn re pêşkêşî beşdaran kir.

____________

 

4- Rêzdar Derwêş Derwêş lêkolînek li ser jînengeriya Seydayê Cegerxwîn pêşkêşî beşdaran kir. Eve deqa wê ye:

 

Êvara we tevan xweş be.

Cegerxwîn: navê wî Şêxmûs e. Li Hesarê, sala 1903 ji dayik bûye. Navê diya wî Eyşanê bû bavê wî Hesen bû. Xuşka wî Asiya û birayê wî Xelîl bûn.

Dundeyên cegerxwîn 6 bûn: Sînem, Keyo, Gulperî, Rojîn, Benîye-suad, Azad û Selam.

Keyo dibêje: neviyên Cegerxwîn 26 in.

Rehên binemala Cegerxwîn: Navê wî: Şêxmûs Kurê Hesen Kurê Mihmed Kurê Mehmûd Kurê Elî ye.

Cegerxwîn di vê babetê de dinivîse:

(Li gor hatiye zanîn û gotin Elî û Mihemed du bira -ji mîrekên Pekendê –seba karekî, dijminahiyekê xwînî bûne û hatine cem mîrê mihelmiyan û mîr gundê Hesarê daye wan, yan jî kirine keyxwê Hesarê. -r14 jînenîgariya min-).

Cegerxwîn ristevan û miletperwer bû. Li ser despêka ristên xwe dibêje:

(li Dêrikê min rist çêkirin. Bi kurtî min ji xwe re xweşiya vê hindamê, ji kurdistanê da zanîn. R90 jînenîgariya min – ev li dor 1920 bû.)

Li ser welatparêziya xwe dibêje:

(herwekî tê bîra min, di sala 1924an de bû, ko ez li serdestê vî camêrî, li ser destê Şewqî Begê Erxenî şiyar bûme û min bîra kurdperweriyê biriye, bûme welatparêz. -r 126 jînenîgariya min-)

 (Ji Dêrikê vegeriyam amûdê û min ev gotin ji seydayê xwe Mela Ubeydulah re gotin. Lê seyda serê xwe hejand û got:

-  xuyaye tiştek di nav mezinên kurdistanê de heye..........herwekû gerek e em jî kara xwe bikin ko di wê rojê de em karibin tiştekî hêja bikin r 126 jînenîgariya min).

-- ev amadekariyên şoreşa 1925 bûn. têkiliyên mele ubeydulah bi xalid beg re hebûn.

 

Min dest bi kurdiyê kir peyda kirin çend mirîd

Bi xweşxwan û reşbelek xesma piştî Şêx Saîd

 

1918 -20

Bavê wî hesen li bajarê amûdê serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. piştî salekê diya wî jî çû. pêlakê li cem xuşk û birayê xwe maye

Sûrî

 

feqetî 20-28

 

1920 - 1927

bû feqe û 7 salan li ser hev li Kurdistanê geriya û gihişt rojhilatî kurdistanê.

1927

vegeriya Tilşiyîrê, Kehla Selîm, Keça xalê xwe ji gundê Hesarê ji xwe re anî.

1928

Xwendina xwe temam kir û îcaza wergirt û bû melayê gundê Hazda jorî Di wê salê de yekemîn dîwan nivîsî, hîna çap nebûye

1936

 Cegerxwîn bi çend malên gundiyan ve du gund avakirin (Çêlek û Cehenem).

1937-1938

Cegerxwîn Nadiyek li bajarê Amûdê ji xortên kurd re vekirin.

1946

Cegerxwîn mala anî Qamişlo.

1946-2

Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate damezrandin: û Cegerxwîn sekretêr bû..

1949

Cara yekemîn bû, ko Cegerxwîn hatiye girtin.

1954

Cegerxwîn bû berbijêrê perlemana Sûrî.

1957

Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ saz kirin. di wê salê rêxistina xwe hilweşandin û tevîlî Partiya Dîmoqratî Kurdî li sûrî dibin

Iraqe

 

 1959 -62

Cegerxwîn reivya Îraqê û bû mamosteyê şêwezarê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê beşê kurdî.

di 62 de Îraqê Cegerxwîn derkir û zîvirî Sûrî.

Suri

 

1962 -63

Cegerxwîn du carî hat girtin û ket zindana mezê paşê surgunî Siweyda, dawî hat berdan

Şoreş

 

 1969

Cegerxwîn çû Kurdistana Îraqê nav şorişa kurdî û nêzî salekê li wir ma.

Suri

 

 1970

Dîsa vegeriya Sûrî.

Libnan

 

 1973

Cegerxwîn direve.

Sûrî

 

 1976 -79

Cegerxwîn vegeriya Sûrî. û lê ma heta 79

Li swêdê

 

1979

Cegerxwîn çû Siwêdê û pênc salên xwe yên dawî li Siwêdê derbas kir.

22.10.1984

Li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe.

30.10.1984 ?

Cemawerekî bêjimar Cegerxwîn li Qamişlo di hewşa wî de veşartin.

 

Navên pirtûkên Cegerxwîn li dû hev ev in:

 

Yên li Şamê çap bûne
dîwana Pırîsk û Pêtî, Cîm û Gulperî, dîwana Sewera azadî, Reşoyê Darê, Gotinên Pêşiyan çap kirin.

Yên li Bexdê çap bûne
Li: Destûra zimanê Kurdî, Ferhenga Kurdî cild 1 û 2 çap kirin.

Yên li Beyrûtê çap bûne
Dîwana Kîme ez, Salar û Mîdiya

Yên li Stokholmê çap bûne
Dîwanên Ronak, Zend Avista, Şefeq, Hêvî, Aşitî,  û Tarîxa Kurdistan cild 1, 2 û 3. Folklora Kurdî, Jînenîgariya min, û li ser dîbaca Ehmedê Xanî

Yên li Beyrûtê çap bûne
Şerefnameya Menzûm-

 

Hîna jî nivîsên wî yên neçapkirî hene. Mîna dîwana ku di serdema feqetiya xwe de nivîsiye, ew dîwan ne diyar e.

Cegerxwîn zêdeyî 4500 rûpelî nivîsiye.

 

jimara Dîwanan

8 dîwan

jimara rûpelên dîwanan

1478 rûpel

jimara helbestên dîwanan

1036 helbest

jimara malikên dîwanan

15113 malik, çarîn, pênçik,...

jimara Firdikên dîwanan

33.443 firdik yan malikên yekfirdik

 

Tevaya helbestên Cegerxwîn wê bibin zêdeyî 35 hezar firdikî.

Pêşgotinên Dîwanên Cegerxwîn evan ciwamêran nivîsîne:
Celadet Bedir-Xan, Osman Sebrî, Hemîd Derwêş, Kemal Burkay, Qenatê Kurdo, Casimê Celîl, Ordîxanê Celîl, Têmûrê Xelîlê Miradov

Helbestên Cegerxwîn bûne stran
Yên me nas kiriye ku 88 helbest

dengbêjan ew strane
21 in.

Dengbêjên Jimarek mezin ji helbestan strane, ev in :
Ciwan Haco, Şivan Perwer, Aram Dîkran, Masûm Şikakî.

Li bajarê Qamişlo.

Ahengên herî dirêj ji bo Sedsaliya Cegerxwîn:
Hefteya rewşenbîrî. li Qamişlo.  KFZK pê rabû.
Di hewşa Cegerxwîn de pênc rojan berî despêka programê bi nîv saetê rê nedima. her roj stran, helbest, û lêkolînek dihatin xwendin.
roja şeşan mehrcana helbesta kurdî li sûrî bû û hefteya rewşenbîrî bi dawî hat.

Civînên herî pir jibo Sedsaliya Cegerxwîn, KFZK pê rabû
jibo Sedsaliya Cegerxwîn. 38 civîn û aheng di despêka tevan de Cegerxwîn dihat bîranîn û paşê pirsa fêrbûna zimanê kurdî bû.

Meşa bi dû termê Cegerxwîn de:
Ev meşa herî mezin li Qamişlo bûye. Bi sed hezaran tên jimartin.
hemû pêkhatên bajarê Qamişlo beşdarî bi dû term de bûn. Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî,  bûn.

 

Heljmarên di dawiya vê gotarê de, ji grupa lêgerê ya KFZK ye, spas ji wan re.

 

û gelek spas

____________

 

5- Rêzdar Xalis Misewr lêkolîneke kurt bi navnîşana Cegerxwîn û nivîsandina dîrokê pêşkêş kir, eve ye deqa wê:

 

Cegerxwîn, û nivîsandina dîrokê

 

Xalis Miswewer:

 

Dîrok ji du jêderan tê girtin û nivîsandin.

Yek- Nemaze dîroka kevnar, ji kolan û lêkolînên erkiyolocî têne girtin. Du - Ji devê şahid û dîtinên yekser, û ji pirtûk û nivîsarên dîrokzanan tê girtin, mîna Şerefxanê Bedlîsî, Ib nilesîr, Ernold twînbî…hwd. lê eznabêjim ku nivîskarê dîrokê nikare nerînên xwe di bûyerke dîrokî de bide, belê ev mafê wî heye, lê ne bêyî delîl û mentiq.

Dîrok ew bûyerên ku ji mêj de derbas bûne û qedyane, ji ber wilo çênabe ku em weke daxwaza xwe yan ji ber xwe ve, van bûyeran dabaş bikin û binivîsin, divabe weke ku çêbûye bê gotin, û ji jêderan bê derxistin, wekî din navê wê nabe dîrok. Ango bûyerên dîrokê weke xwe dimînin nayêne guhertin, ileh ku çaxa kolanên nû tiştin nû derxin, têgehên me yên şaş rast bikin, wê çaxê emê jî têgehên xwe li gor van lêkolînan biguherin. Ji ber wilo mirovê ku pirtûkekê yan jî gotarekê dîrokî binivîse, divabe li jêderan vegere, jê biguheze û gotar yan pirtûka xwe pê isbat û zengîn bike, ji bilî wilo tu kes nikare dîrokê binivîse, û dibêjim Cegerxwîn jî di pirtûkên xwey dîrokî de weha pêkaniye.

Berya em bêjin: Gelo çima Cegerxwîn helbestvane û dîrok jî nivîsiye..? yan çima (Ebdis Selamil Ûceylî) Duktore û çîrok nivîsiye..? ku em bersiva vê pirsê bidin emê bêjin: Gelek zanyar li dinê hene, ku ne di warê ixtîsasê xwe de nivîsîne û tiştin hêja pêşkêşkirine?. Emê bêjin, belê ji - bilî navê çîrokvanê bi mere çû- hinin din hene, mîna nivîskarê Felestînî (Edwer Seîd) ku îkonomîk bû, lê rexneya wêjeyî û rewşenbîrî û raman jî nivîsiye, (Karil Markis) fîlosşf bû, lê pêşketina dîroka îkonomî

(التطور الإقتصادي للتاريخ) jî nivîsiye, û zimanvanê mezin Celadet Bedirxan Avoqt bû, lê bi zimanê Kurdî bi nav û deng bû…hwd. Û bi seda ji bilî van zanyar li cîhanê hene, ne di warê ixtîsasê xwe de nivîsîne, û karîbûn tiştin hêja bidin û pêşkêş bikin. Weha jî ji wan kesan Sedayê Cegerxwîne, tevlî ku weke em dizanê ewna ne dîrokzane jî, lê keda wî di warê dîroka Kurda de pir heye, xwêdana xwe di vî warî de gelekî paqij kiriye, li gelek jêdera geryaye, û ev hersî pirtûk bi xwêdan û westandin derxistine. 

Bi rastî jî, ji şopkirina jêderên wî, û ji xwendina min ji hersî pirtûkên wî yên dirokî û ji helbestên wî re, hate xuyakirin ku pir serê xwe pê êşandiye, û bi diqetek û emanetek baş bûyerên dîrokî nivîsîne, yan ji jêderan guheztine û wergerandine. Herkes zane ku çiqasî mirov dîrokzanbe jî, divabe li jêdera vegere, ji ber ku ewî hemû bûyer di sînga xwe de ezber nekirine, û pirtûka bê jêder di warê ekadîmî de itiraf pênabe, Ji ber wilo dibêjim: Cegerxwîn jî li jêderên xwe pel bi pel geryaye, û ji wan pelan tiştê ji dîroka Kurda gihaye destê wî nivîsiye, û weha dibînim ku pirtûkên wî yên dîrokî, gereke bibin jêder ji dîroka kurda re, û di warê naverokên xwey zanistî de, baş bi nirx û havilin.

Cegerxwîn pirtûka xwe tarîxa Kurditanê bi sê kertan nivîsiye, kerta yekê ku dîroka (rojhilata jêrînî kevin) tîne ziman, ya didiwa berxwedan û dîroka derbegyên Kurdî, yên ku di sedsalên hivdeh - hîjdehan de çêbûne dabaş dike, û ya sisiyan xurû li ser dîroka avakirina Imperatorya malbata Eyûbe. Herdû kertên pêşîn min wergerandine zimanê Erebî û çap bûne, û ya sisiyan hê dinav destê min deye ez werdigerînim Erebî.

Danerê van pirtûkan Cegerxwîn, bi zimanekî hesan nivîsiye ta ku xwênerê Kurd karibe jê fêdê bibînene, û dîroka xwey wendayî nasbike. Weku tê gotin, dîrok bi zanistî nayê naskirin, ku şêrove yan jî enelayzeke zanistî tê de tinebe. Ji ber wilo dibêjim: Ku mîna van enelayzên rast û dirust di van kertên pirtûkên Cegerxwîn de xweş peyda dibin. Di kerta yekem de dibêje: Horî – mîtanî – lolo- Kaşî – Sîtî – Gotî – û Mîdî….hwd, hemû navê Eşêrên Kurda yên kevnin, û ji bermaqyên Kaşiyan eşîra kasikên îro mane, û ji sîtiya eşîra Sîta li bakurî kurdistanê mane, û mîna van şîrova, di kertên dinde jî hene. Di kerta sisiyan de jî gelek şîroveyên zanistînî û rast hene, mîna ku di derbarê vegirtina Selaheddînê Eyûbî ji bajarê Qudsê re, Cegerxwîn vê bûyerê weha şîrûve dike û dibêje: (Nizanim çima Padîşah dûrî bajarê Sor diçî û di qiraxa avê de ji dijminê re cihê peyabûnê dihêle, û li van bajarên biçûk xwe mijûl dikî, ez dibêjim ev yek ji çewtî û şaşiyên Imperatorê mezine -82). Ev nerîn pir rast û zanistiye, ango daner dibêje: (Gereke Selaheddîn peravê avê bigirta, ku han li ser xaçperestan bibirya.

Lê Selaheddîn ev gotina Cegerxwîn, di cihekî de bi cih aniye, ew jî çaxa berya here ser bajarê Qudsê, berê xwe dabû bajarê peravê Yafa, ev bajar xistibû bin destê xwe de, ta ku hana xaçperesta di derya de bibire, di vê derbarê de jî, dîrokzanê Sûrî (Sûhêl Zekkar) dibêje: Zanebûna Selaheddîn ya herî mezin di vir de tê naskirin.

Ne bese ev bitenê, lê mîna van enelayz û şîroveyên rast û dirust, di hin ciyên din de jî peyda dibin, lê dema me tune ku ku em hemyan bêjin. Evnajî tê wê manê ku Cegerxwîn bi zanistî bûyerên dîroka xwe daniye, û nirxin mezinin ji pirtûkên wî yên dîrkî re tên jimartin.

Lê evna nayê wê manê, ku Cegerxwîn di danîn û guztina dîrokê de neketiye hin şaştiyan de, nemaze di warê zanyarî û ibistimî de. Mîna ku di pirtûka yekem de firêza - Esril û beyd- werdigerîne: (Esrê koletiyê), evna yek ji şatiyên zanyarîne. Ji ber ku (El ûbeyd) gireke li Iraqêye, li wir di riya kolanên Erkiyolocî de, bermayên demeke ji demên pirîhistory(ماقبل التاريخ) hatine dîtin, ango wî gundî navê wê demê hilgirtiye, û bi Erebî ew dem kirine(Esril ûbeyd). Û di kerta sisiyan de jî navê bajarê (Sûr) yê kevnar dike(Sor)…hwd. Mîna van şaştiyan li bal her dîrokazanan peyda dibin, li bal romanvan û dîrokzanê Ereb (Corcî Zêdan) jî peyda bûne ku dibêje: (Kurda nikarîbûn di dîroka Islamê kişî de, lehengekî bidin vê dewletê). Dîmeke ew di vir de Selaheddîn û Ebû mislimilxurasanî ne kurd dibîne. Belê ne bi tenê Cegerxwîn dîroka Kurda di pirtûkan de nivîsiye, lê wî di helbestên xwe de jî dîroka Kurda aniye ziman, jibo nimûne, Cegerxwîn di malikek helbesta xwe de weha dibêje:

Du dewlet li dinê de hebûn  

                         yek Rom bû ya din Firs bû em bi xwe bûn                                                 

Çaxa ev helbest gotiye kêm ji Kurda, zanîbûn ku ji berya zayînê de, ji bilî herdû Imperatoryên kevnar li dinê tinebûn. Evna tê wê manê, ku Cegerxwîn ji mêj ve, xwe bi dîroka Kurd û kurdistanê ve mijûl kiriye, û gencîneyek ji zanyarya dîrokî li balê peyda bûye, ji ber ku ew Mela bû, Melakî welatpewer bû, û ji qata rewşenbîran dihate jimartin, di çaxê ku rewşenbîr dinav Kurda de ji Melan pêve nebûn.

Dîsanê, yê ku li dîwana wî ya bi navê (Şerefnameya Menzûm) binêre, wê bibîne ku li ser pelên dîwanê hemyan, dîroka Kurda bi helbestî organîze dike, û wê bizanibe jî, ku çiqasî zanebûna Cegerxwîn di warê dîroka Kurdî de heye. Ji bo nimûne di sirûdek ji ya menzûmê weha dbêje:

Erê Gerşasifê nazdar û xweş rû

Were rûne li textepayê Xusro

Tu deyne ser serê xwe tacê Behmen

Ji ber dijmin me derxe rengê Bêjan  

Dêmeke ewî zanîbû ku Gersaşef, û xusro, û bêjan, kîne û çine..? di çaxê ku Kurda hê xwediyên van navan ne bihîztibûn bê ew kîne û çine..! Mebesta min jê ewe, ku Cegerxwîn çimkî ne di karê xwe de dirok zane jî, lê zanebûna wî di warê dîroka Kurda de baş hebû, û baş li jêderên vê dîrokê lêkolîn kiribû.

Cegerxwîn ji bilî vê, bi hin lêkolînên gastînî jî rabûye, û bi vî hawî hin ji dîroka Kurda ji devê bapîran dayehev, mîna şerê ku di navbera eşîra Kurdî Milan û ya Erebî Şemmera de çêbûye, ku di pirtûka didiwan ji pirtûka xwe (Tarîxa Kurdistanê) de tîne ziman û dbêje. Min ev dîrok ji devê kesên bi temenê xwe mezin girtiye. Dêmeke ku ne ji ked û lêgera wî ba wê anha ev dîroka vî şerî wenda bûna.

Cegerxwîn di warê watasazî, sîmantîk ) (علم الدلالة de jî, watayên hin peyvên Kurdî derdixe,  mîna peyva (Xweda), ku weha şîrove dike û dibêje: Xweda:  yanî: wî – xwe - da. Ango wî xwe aniye heyînê, ne kesî ew çêkiriye. Û dîsanê di derbarê navê Zeradeşt de dbêje: (Di bawerya min de dirok zan xwe dixin şaşiya de, ku bi gelek rengan navê wî tînin ziman, lê ez dibêjim navê wînî rast(Zeradeşte) ku (Zar) bi wataya zimane zarave, û (Deşt), bi wataye rastiyêye, ango mana navê wî dibe, pêxemberê rastgo:

 ) النبي الناطق بالحقيقة). û dibêje: Hin ji dîrokzana dibêjin mana navê(Zard Uştra) xwediyê devehê zere, lê yamin rastire). Lê carna jî ew navin ku hê Kurdîtiya wan isbat nebûnê dike kurdî, mîna navê qiralê Babilî ku bi navê xwe(Sergone - Şarokîn) ango qiralê birastî yan rastgo, ew dike Kurdî û dibêjr:( Şer û kîn). dibe jî rastbe nerastbe. Bi vî hawî Ceger xwîn ne tenê dîrokê diguhîze, lê keda wî di warê şîrove û lêkolînê jî de hehe, û raya xwe mîna lêkolînerekî pispor tîne heyînê. Dîsa dibêjim: Erê Cegerxweîn ne dîrokzanekî Ekadîmî û kûre, lê em karin bêjin: Ku ew danhevyar û wergêrekî baş li dîroka Kurda geryaye, û keda xwe li ser rûpelên vê dîroka tiracîdî rêzkiriye, û hinek ji tarîbûna dîroka Kurdî bi gernasî ronî kiriye, ku nifşên Kurdên werin wê karibin li ser lêkin û ava bikin.

 

____________

 

6-Rêzdar Rezoyê Osê, lêkolînek bi navnîşana Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de pêşkêş kir, xalên sereke ji lêkolînê xwendin, eve deqa wê ye:

 

Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de

                                                               

  Rezoyê Osê

 

   Bêgoman ,Cgerxwîn ne tenha helbestvanekî Kurd e ,lê nivîskarekî renge –reng e jî.Vî helbestvanî  bêtir ji \ 20 \ pirtûkan bi şûn xwe de hiştine.Bo vê yekê em xwe neçar dibînin,ko di bin sîbera  çend sernavan de berê xwe bibin serî :

    I.Danasîn:

    Helbestvanê me, Cegerxwîn sala 1903 li gundê Hesarê çav  bel kirine.Hesarê jî  gundek ji gundên binekofa Mêrdînê ye. Navê wî  Şêxmûsê  Hesen e \ wî di dîwana yekem de gotiye " Di sala  1903 de ez hatime dinyayê , bi navê Sultan Şêxmûs ez çêbûme ji dayê \ .Bi bingehên xwe yên civakî, ji malbateke jar û belengaz e. Sêzdesalî , bi malbata xwe re Binxet dibe û koça wan li bajarê Amûdê datîne. Piştî  demeke kurt  dê û bav koça xwe ya dawî dikin û wî sêwî , bi şûn xwe de ,dihêlin.Pênc salan di nav mala birayê xwe de dimîne. Di hijdesaliya xwe de dibe suxteyên Hicrikan û xwendina olî  dike. Nav û zanînê,di vê riyê de,qezenc dike. Di riya xwendinê re qurçik û qewêrên Kurdistanê tev û lev dide. Wilo,dibe Kurdnas û miletperwer.Dibe xwedî bîr û bawerî  û doza guhertinên  civakî ,siyasî  û ramyarî dike. Van  nerînên wî  birîn di cerg de vekirin.

    Bîst û du salî  bû ,ango sala 1925, bi hawara serhildana Şêx Saîd ve çû  û bi hêvî bû ,ko çavên xwe bi serketina vê serhildanê kil bike.Mixabin,ne tenha negiha birîna nûvebûyî  derman bike,lê nebiserketina vî  karî  birîn di ceger de kûrtir kir,tanî ew kire Cegerxwîn.Lewra,gelek ristê kulgiran ,lê şerîn û  hêja,bi xwîna cerg û  hinavan ,di adrêsa vî pîremerdî û  serhildana wî  de nivîsîne.Ji vir sira bayê  evînê ew qenc girt û  bû  evîndarê  wê  dîlbera bêhempa...bû  evîndarê Welêt.

    Belê,ne tenha Cegerxwînê evîndar çavên xwe bi serketina serhildsana Şêx Saîd kil nekirin,lê vê yekê agirekî  dadayî di nava wî de hişt.Loma bê hedan ma û  zû  bi zû  li qûnaxekê cîwar  nebû.Wilo,berê xwe da Îraqê.Ji wir çû  Îranê.Lê,sala 1927 an li gundê Hesarê vegera û  sala 1928 an keçxala xwe guhest  û Binxet bû,da melatiyê  li gundan  tanî  sala 1935 an bike.       

      Cegerxwîn rist,di salên xwendinê de,dihûnan.Lê destpêka helbesta rûniştî  sala 1924 an bû ,ko ji vir û pê de rêça Kurdewarî  ,milet û niştûmanperweriyê girt û semta xwe kire xebata gel,dibêje:

          

           Min dest bi Kurdiyê kir peyda kirin çend mirîd

           Bi xweşxwan û  reşbelek xesma piştî  Şêx Saîd

 

   Bûyerên salên 1945 – 1946 bandoreke mezin li Cegerxwn kirin û desthilat bûn,ko wî ber bi behweriyên şoreşgerî  û  sosyalîzmî de bilivînin,lê li ser bingehên kurdewariyê.

   Piştî şoreşa 14 gulanê,Cegerxwîn berê xwe dide Îraqê  û  li zanîngeha Bexdê dibe mamostayê zimanê Kurdî.Lê sala 1961

\ di pêxistina şoreşa Barzanî  de \ li Sûriyê vedigere.Lê karbidestên wê demê wî ji milet dûr dikin û sergonî bajarê Swêda dikin.Pişt re li şarê Şamê cîwar dibe.Ji wir dîsa berê xwe dide Îraqê û salên 1969-1970 cih digre.Pir namîne vedigere û sala 1973 diçe Bêrûtê da li wir dîwana xwe ya sisiyan \ Kîme ez \ çap bike.Sala 1975 li bajarê Qamişlo vedigere û sala 1987 penaberî Swêdê dibe û li Stokholmê, tanî di 22.10.1984 çav têne girtin û dil bê lebt û lêdan radiweste,dimîne.

   Dimîne em bêjin,ko Cegerxwîn,di civaka xwe de,mirovekû aktûv bû.Hevpar û hevpişkê  gelek çalakiyên civakî,çandeyî  û siyasî  bû.

 

   II. Çi nivîsî:

  

   Cegerxwîn ne tenha daner û  afranderê  pirtûk û  helbestan bû,lêbelê dehên gotarên wêjeyî ,mîjoyî ,civakî û siyasî belav kirine.Gelek ji van gotaran di kovara Gulîstan de hatine weşandin.Ew kovara,ko damezrêner û  berpirsiyarê  wê bû.Lêbelê lîsta pirtûkên wî,yên çapkirî  ev e :

   1. Dîwana yekem: Pırîsk û Pêtî , 1945 Şam.

   2. Çîroka yekem: Cîm û Gulperî ,1948 Şam.

   3. Dîwana diwem: Sewera azadî ,1954 Şam.

   4. Çîroka diwem: Reşyê Darê,1956 Şam.

   5.Gotinên Pêşiyan,1957 Şam

   6. Awa û destûra zimanê Kurdî ,1961 Bexda.

   7. Ferhenga Kurdî ,cildê pêşîn,1962 Bexda.

   8. Ferhenga Kurdî ,cildê duduyan 1962 Bexda.

   9. Dîwana siyem: Kîme ez,1973 Bêrût.

  10.Poêma : Salar û Mîdiya ,1973 Bêrût.

  11. Dîwana çara: Ronak,1980 Stokholm.

  12. Dîwana pênca: Zend ~A Vista,1981 Stokholm.

  13. Dîwana şeşa : Şefeq,1982 Stokholm.

  14. Dîwana hefta : Hêvî ,1983 Stokholm.

  15. Tarîxa Kurdistan ,cild 1 ,1985 Stokholm.

  16. Dîwana heşta : Aşitî ,1986 Stokholm.

  17. Tarîxa Kurdistan ,cild 2 ,1987 Stokholm.

  18. Folklora Kurdî ,1988 Stokholm.

  20. Jînenîgariya min ,1995 Stokholm.

  21. Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanî ,1995 Stokholm.

   Di mîne em nivîsareke din berçav bikin,ko hîna cihê xwe di nav weşanên Cegerxwîn de negirtiye.Ew jî '' Şerefnameya mewzon'' e.Ev pirtûk jî Dilawerê Zengî ,sala 1997 li Bêrûtê,daye çapkirin.Dilawer vê nivîsê wisa dide nasîn:"Destnivîs bixwe bi tîpên Erebî ji 41 rûpelî,qetê ortê 150#20 û 724 malikan pêk hatiye.Dîroka nivîsandina destnivîsê ne zelal e,tenê di dawiya destnivîsê de hatiye ( Roja înê 20 avdarê 1942 an de,kat pêncê Erebî) " .

   Mirov  hemberî vê raxistinê hest dike,ko Cegerxwîn ne tenha xwediyê bejneke bilin e di çand û toreya Kurdî  de,lêbelê pengava zanîn û karînê  ye jî .Loma mirov ceger nake,ko bihingive vê bvejna bilind.Tenha mirov dikare xwe bide ber siha wê.Wilo jî mirov ceger nake,ko xwe nêzîkî vê pengava zanîn û karînê bike.Lê tenha bi hêvî ye ko di peravên wê de mêlevaniyê bike,da ji hêz nekeve.

   Em li gel vê tirsa xwe xweş bawer in,ko em nikarin barê pênaskirina naveroka kar û barê vî hozanî hilgirin ser milê xwe.Lê em dixwazin baqek gul ji vê gulzara bêkenar pêşkêşî  we bikin,da bi reng û bihna wî kêfxweş û dilşad bibin.

                     

   III. Navdariya Cegerxwîn:

   Bêgoman,serristika navdariya Cegerxwîn dimîne kar û xebata wî,lê di riya derketin û belavkirina nav û dengê mamostê evîndar de pir karên giranbuha hatine kirin .Çi bi riya nivîskar û xwendevanan be,çi bi riya stranbêj û sazvanan be , çi jî bi riya dost û zimannasan be.

   Wilo di salên 1932-1945 ,mamostên miletperwer û zimannsan , du birakên nemir Celadet û Kamîran Bedrxan pir propaganda ji nav û nivîsên Cegerxwîn re ,bi riya Hawar ,Roja nû ,Stêr û Ronahî ,kirin .

   Wilo jî zimannas û nivîskarên Kurd li Yekîtiya Sovyêta berê pir nivîsok ,gotar û pirtûk li ser Cegerxwîn derxistin û belav kirin .

Ji van kesan : mamostê hêja profêsor Qenatê Kurdo ,kurdnasê mezin mamosta Ordîxanê Celîl ,mîjonasê gewre mamosta Şamil Eskerof .

        Li Fransa jî du wêjevanên gewre pir gotar di riya pênaskirina Cegerxwîn de nivîsîn û di rojname û kovaran de belav kirin .Ew jî mamosta Tomas Bwa û Rojê Lîsko bûn.

      Yek jî ji wan kesên ,ko roleke mezin û hêja gerand ,stranvan û sazvanê Ermenî mamosteyê hinermend Aram Dîkran bû .Bi wî dengê kewanî û sazên nerm gelek govend rakirin û gelek şevbuhêrk jî derbaskirin ,tev bi saz û gotinên kurdî ji helbest û ristikên dost û hevalê xwe mamostê Cigerxwîn .

          Gelek stranvan û sazvanên Kurd jî rê û rêça hunermend Aram girtin ,lê her yekî bi rengekî saz û stran bilandin.Ji wan :M.Şêxo,M. Ezîz ,S. Gabarî ... ûhd .

           Hunermendê şoreşvan Şivan bi sazê xwe ,yê weke zingilê cam û dengê xwe ,yê şoreşgêrî pir ristikên mamostê Cigerxwînê nemir sazkirin û strandin .Lê,Cegerxwîn ji çalakiyên gelêrî jî bê par nema.Belê,propogandîstên Cegerxwîn di nav gel de jî hebûn.Yên weke Sebriyê Xelo Sîtî,Kurd ‏‏‏Şemo ,Bavê Mislih,ko di her komecivînên gelêrî de,çi şahî bûna çi jî serxweşî bûna,helbestên Cegerxwîn dixwendin û şirove dikirin.Tanî mala Kurd nema ,ko hêlîneke xwe tê de çê nekir û bi Aram û Şivan û yên din re tê de nejî .

   Wilo ,bi şêweyekî gelêrî hêlîna heskirina wî di civaka kurdî de hate danîn.     Da em berê xwe ji hev derxin û nehêlin nexên guloka rîsê me li hev   bigelice,em neçar dibin,ko berhemên vî hozanî li çend grûpan par bikin:

 

   1. Hozanbêjî:

 

    Seyda Cegerxwîn,di vî warî de,heşt dîwan afirandine û du poêmên helbestî tûmar kirine.Lê ji ber ko wê lêkolîna me ,bi gelemperî li ser tevaya berhemên Cegerxwîn be û bi taybetî li ser helbestê be,em dê van beşên din bi kurtî berçav bikin.lê em dê mijara xwe di helbestê de berfereh bikin.Bo vê yekê em ê ,di vê gurûpê de,tenha li ser poêman rawestin:

 

   1.Pêma  " Şepal û Stêr " :

  

   Ev poêm di bin sernavê " serpêhatiya Şepal û Stêr " de di dîwana SEWRA AZADÎ de hatiye belavkirin.Ji 190 cotemalikan pêk hatiye.Zîlana bûyerên wê siyasî ~ civakû ye.Li gorî avakirina vê poêmê,Stêr keça axakî zor û sitemkar e.Ev keç dil dikeve şivanê gund de,lê bavê wê,li gora serdariya xwe pismamekî lapûr û bêkêr.Stêr qîma xwe nayîne û çarê ji hevrevandinê pê ve nabîne.Wilo,piştî hevrevandinê,dibin xwînî.Stêr,di xwîndariya xwe de ,tê kuştin.Şepal û Dapîr jî,ji derdên giran,can li ser wê didin û dibin mêvanê wê.Wilo şikêrek wan himbêz dike û dibe goristana wan.

  

   2. Poêma " Salar û Mîdya " :

 

   Ev poêm pirtûkeke serbixwe ye.Sala 1973 li Bêrûtê hatiye weşandin.Ji 236 cotemalikan pê hatiye.

   Seyda Cegerxwîn,di vê poêmê de,bi hostayî pesnê xweristê,bi deşt û çiyan ve,bi gelî û newalan ve,bi dar û zeviyan ve,bi candar û tilûran ve jî dide.Di gereke wisa xweristî re û di van sawîran de,keçeke bedew dibîne.Wê jî bi şanazî pesin dide û berê xwe dide wê şêrînê da axaftinekê pê re veke.Lê Şêrîn matmayî dimîne,ev mirov bi cegerdarî  û bê tirs  hatiye nav bax û bustanên axê.Ew bavê xwedî gund û mal,ko kal bûye û tenha ev keç heye.Lê ji ber sitemkariya wî û hevaltiya wî bi dijmin re,nema kesek ji gundiyan alîkariyê pê re dike,lê tevan pişta xwe danê.Lewra,ev keça şêrîn,ji xwe re,li gernasekî digere,da karibe piştû mirina bavê wê,vû mal û mewdanî biparêze.Wilo,keç Salar dibe cem bavê kal,li wê burca sipî .Seyda pesnê vê burca spehî û vala ,ji rêncber û navmaliyan ,dide.Wilo jî di bîr tîne,ko gundî nema  bacan û " bêşan didin axayê nezan ".

   Piştî axa bi Salar re rudine,dem û dewranê berê tîne bîra xwe û fortan dike,ko bi çend qurûşan dikare bihêleÇawîş van gundiyan berqef bike û wan bîne ber destên wî.

   Piştî hin pend û şîretan axa xwe dispêre Salar û wî dike zava û serdar.Wilo,Salar bi bûka xwe re dikevin xewnan û gund û malû mewdanê xwe li milet par dikin,êdî dibin rêvebirên qûnaxa xwe û dibistan,dezge û zanîngehan ava dikin.

   Wilo vê xewna xwe bi cih tînin.Qûnaxa xwe ava dikin û wekheviyê ~ sosyalîzmê ~ pêk tînin.

  

2. Bexşanevanî:  

 

   Seyda Cegerxwîn bexşane di gel helbesê re,bi rengekî paralel,nivîsiye û berdewam kiriye.Wilo,folklor civandiye,serpêhatî nivîsîne,dîrok û jînenîgarî jî nivîsîne.Lê destpêka bexşanê,li ba Seyda,di şêweyê çîrokê re belû bûye.Di vî warî de du çîrok nivîsîne:

 

   1. Cîm û Gulperî:

 

   Ev çîroka pêşî ye,ko Cegerxwîn nivîsîye û di sala 1948 an de li Şamê daye çapkirin.

   Di vê çîrokê de dihingive hin rewiştên ne saxlem di civaka Kurdî de.Hewl dide,ku vê civakê di riya du evîndaran re ,weku nimûne,biguhere û rehên kevneperestan tê de pûç bike.Wilo,Cîm û Gulperî ji rêz û bendên civaka kevneşop re natewin û bêtir bi evîna xwe ve têne girêdan.Evîna wan berê wan dide hevrevandinê,da trajediya taqîbat û kuştina  vê evînê bibe sedema hilweşandina adetên bişûndemayî...û di şûna wan de wekhevî ava bibe.

 

   2. Reşoyê Darê:

 

   Ev çîroka didiwa ye,ko Cegerxwîn nicîsiye û di sala 1956 an de,li Şamê daye çapkirin.

   Reşoyê Darê çîrokeke civakî –siyasî ye.Li ser bigehên folklorî hatiye avakirin.Zîlana avakirinê dibe zargotina Kurdî :"Şêr şêr e,çi jin e,çi mêr e".

   Bi kurtî,Reşo mêrxasekî cegerdar e.Jineke wî spehî û bedew heye.Kurê axê çavên xwe danîne ser,lê ferzenda xwe di destdirêjiyê de nabîne.

   Di şevbuhêrka oda axê de,dabaşa cegerdariyê dibe û daketina binê bîra Berdewêl,lê bi şev,dibe pîvana mêraniyê.Reşo,nemerdî nake,xwe dide ber daketina binê vê bîrê.Wilo,radibe berê xwe dide vê bîrê,da nîşana xwe,li binê wê, deyne.

   Piştî rêketina Reşo,kurê axê berê xwe dide mala wî,da xwe bi                               civana jinê şa bike.Lê jina Reşo xwe bi dev ve bernade.Wî dikuje,

Dike parçe û dide milê xwe,da bavêje binê bîra Berdewêl.

   Di wê kêlîka ,ko Reşo di taristaniya binê bîrê de ye,jina wî ji banî ve parçên laşê kurê axê tavêje binê bîrê.Lê,Reşo ji desthianîn nakeve,lê bi dengbilindî nav di xwe dide.Wilo ew û jin dengê hev dinasin.

   Piştî ,ko Reşo û jina xwe vedigerin,şerekî çînî bi axê re vêdixin û di şerê xwe de bi ser dikevin,da wekheviyê di gundê xwe de pêk bînin.

 

   3.Folklora Kurdî( Kurmancî ):

 

      Ev pirtûk ji 205 rûpelan pêk hatiye.Bi du beşan bi nav bûye.Beşê yekê ji heft parçeya pêk hatiye.Ew jî :Helbest û berdîlan,Berdan,Berdestarî,Berbûkî,Stiran û lawik,Lavij,ûLavijê Botan.

   Beşê didiwa,yekber e.Ew jî: " Avêtina ser,yan şer û serpêhatî ".Di vî beşî de 13 navdarên civaka Kurdî himbêz dike.

 

   4.Jînenîgariya min:

 

   Ev pirtûk,hem bi qilafet,hem jî bi jimara rûpelên xwe,mezintirîn pirtûkên Seyda Cegerxwîn e ( 414 R. Ji destê mezin ).

   Seyda Cegerxwîn bi bihnferehî û hûrbînî morîkên jînenîgariya xwe,libo libo bi dar ve dike û dide dest xwêner.

   Ew li ser gundê xwe,mal û malbata xwe,jiyan û civaka gundiyan diaxife.Li ser xwendin û koçberiyên xwe radiweste.Kîn,berberî û dubendiyên civaka xwe berçav dike.Talan û serpêhatiyan,şer û pevçûnan,doz û daxwazan nîşan dike.Herêma Omeriyan,bi navdar û nakokiyên wê ve,bi ceng û berxwedanên wê ve, hemberî zor û sitema

 dewletê pesin dide.

   Şûn û warên xwe jî,li binxetê,destnîşan dike.Herweha navdar û bûyerên  vê herêmê jî di bin awirên xw re derbas dike.Li vê herêmê,bi saya xwedê û Şêx Mihdî,Seyda ji kokê tê guhertin.Ew dibêje: " Şêx Mihdî,ez ji xewna kevneperestû bi carek şiyar kirim...".

   Wilo,derbasî nav refê Xoybûnê dibe û li civatên Bedirxaniyan dibe têkildarê gelek navdarên weke:Mîr Celadet,Osman Sebrî,Dr.N.Zaza,Hesen Huşyar,Dr.E.Nafiz,Reşîdê Kurd,Qedrî Can û bi wan re dibe hevpişkê kêferat û berxwedanê di ber gel de.Lê piştî ko dem û dewran bi ser Seyda de çewt tên,hêviyên wî dişikin.Êdî ev nifş,bi demê re hêdî hêdî ji perxa gerdûna Seyda derdikeve.

   Belê,jînenîgariya xwe bi nûçe û bûyerên herêmane,welêt û yên navnetewî dineqişîne,tanî serristika xwe,li penaberiyê,li Swêdê,bajarê Stokholmê,girêbend dike.

 

   3.Zimanzanî:

 

   Wilo jî ziman ji keda xwe bêpar nehiştiye.Belê,di vî warî de jî,destê xwe daniye ser birînê.Loma berê xwe daye " Awa û destûra zimên ".

Ango, hewl daye,ko aloziyên zimên,di warê gramerî de,çareser bike û zimanê nivîskî bi pergal bike.Wilo jî ev ziman bi ferhengî parastiye û

"Ferhenga Kurdî " ji du cildan daniye.

 

   4.Mîjozanî:

 

   Bi ser ko Seyda Cegerxwîn ne dîrokzan e,lê hewl daye,ko xwe di vî warî de jî biwestîne û behweriyên xwe di levalandina dîroka Kurdî de,

Çi dîroka kevnar be,çi jî ya serdem be,berçav bike.

 

   IV.Evîndarê welêt:

 

   Dimîne em mijara xwe li ser helbestê – beşê mezin di afrandinên

Cegerxwîn de – bibin serî.Belê,Cegerxwîn,di helbestê de,hingiviye her babetê jiyanê.Lê kula wî evîn e.Wî jî ceger bi arê evînê sotiye.Loma şax û paxên evîna wî xwe berdidin ser dîlberê,ser welêt,ser pirsên civakî,eborî û serxwebûna gel.Wilo jî aştî,biratî û heskirinê di bin sîwana xwe de diparêze.Lê ji ber  em ne desthilat in,ko hozanbêjiya Cegerxwîn bi rewanî raxin,em dê li ser çend movikên serekane di hozanbêjiya wî de rawestin:

   1.Evîn:

  

   Evîna Cegerxwîn evîneke sermedî ye,lewra mercên evînê li ba wî zor û giran in.Belê:

 

                      Hetta di işqê wer nebî,dil wek biyokê zer nebî

                     Wek Mem evînperwer nebî,ma tê bi wê Zînê çikî

   Cegerxwîn di evîna xwe de noq dibe,êdî  amade ye can û dil jî di ber yara xwe de winda bike û xwe bike goriyê evîna xwe:

 

Ez ji xew rabûm,gulfiroşek dî

Pir gelek şa bûm,gul bi dil didî

Gul bi dil didî

Bazar me kir,go ser bi ser nadim

Ê  gulperest  bî,can  û  dil  didî

can  û  dil didî

  

Erê,Cegerxwîn di evîna xwe de giha,lê yara xwe ne hişt veşartî di dilê xwe de.Xwest yara xwe bi herkesî bide naskirin,loma ew bi nav û nîşan kir û rewşa wê jî diyar kir:

 

Ji bona her kesek yarek heye ê min welat yar e

Belê çibkim di destê dijminê xwînxwar û xeddar e

 

   Cegerxwîn rûmeta evîndariya xwe bi hebûn û geşbûna evîndara xwe dinase:

 

Ger ne bilbil dilbijokê sorgula rûgeş bitin

Rûmeta wî bilbilê bê sorgula rûgeş çiye

 

   Lewra Cegerxwîn dikeve pesnê sorgula xwe ya rûgeş de,dibêje:

 

       Welatê min tuwî bûka cihanî

       Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî

       Şepal û şeng û şox û naz û gewrî

        Gelek şêrîn û rind û pir ciwanî

 

   Wilo,ne tenha Cegerxwîn kete agirê evîna dil de,da ji ber bike qêrîn û hawar,lê dilbera wî jî bi agirê wî hate sotin:

 

    Dûrketim nêzîkî her dem min di dil danî welat

    Nagirîm  îdî  nemaye  dewrê  giryanî  welat

                             :

      Pêtiyên agir  ji hilma min gihan  çerxa felek

      Min Cegerxwîn bûye agir te li ser danî welat

 

    2. Derd,êş û jan:

 

   Ji derdê dûrketina yarê dilê Cegerxwîn ji derdan mişt dibe û dibe pengavek ji ahînan:

                           

           Me dil pingave kûr û bê perave

           Ji ahîna du dêmên wek nivişke

 

   Lê,ji ber bidestxistina yara xwe,Cegerxwîn dikeve kêferatê,dibe Zab û Ferat,dikele û dinale:

 

              Wek  Ferat  û  Zab  û  Dicle, dil  dinalî  roj   û   şev

                  Xum-xum û guv-guv dikim wek kerkeşa pîrême sz

 

   Dilbera Cegerxwîn guh nade êş û azariya wî,loma gazinan ji nazdar û şepala xwe dike dike:

 

             Nazedarê  nûbiharê  sorgula  ser  şax  û  darê

             Rû dibin çar û xumarê,dêmdur û ebrû keman

                              :

             Dîlber û şox û şepalê neynika ,ewq û şemalê

              Guh neda wê nalenalê fêde nakin sed eman

 

   Cegerxwîn di rewşa dîlbera xwe de mijûl dibe,lê ti riyan jê dernaxe.Loma gazinên xwe dighîne xwedanê jorî,da berê xwe bide rewşa wî û wî ji bîr neke û daxwaza wî ,di vê rê de,bi cih bîne:

 

             Di  tarîka  şeva  hicran  çiraxek  sîfet  im  ya  reb

             Ji  ser  heta  piyan  ar  e,bi  carek vêketim ya  reb

                             :

              Meger ez Restemê Kurd im fîraqê ez nexweş kerdim

             Cegerxwîn im siyahçerd im,di kunca xelwet im ya reb 

 

   Wilo,Cegerxwîn li ser rewşa civaka xwe dihêwire,li ser sedemên dûrketina ji dîlbera xwe radiweste.Piştî vê lêmijûliyê êşa xwe destnîşan dike û tiliha xwe datîne ser birînê:

 

               Du derdên me hebûn dijwar û xeddar

               Xizanî  yek , ewê  dî  her   nezanî 

               Weke şêr û pilingan em diçûn hev

               Penîr  Rovî  ji  meydanê   hilanî

 

   3.Bandora sosyalîzmê:

 

   Bandora sosyalîzmê,di hozanbêjiya seyda Cegerxwîn de,bi gelek awayan belû dibe û ramyariya wî,di demeke dirêj de ,dorpêç dike. Nemaze piştî biserketina şoreşa Oktoberê û serkêşê wê Lenîn û di pey wî re Stalîn:

 

         Me ji Linîn û Stalîn girtin ev rêçik û dîn

         Ko tû seyda wilo arzan bikûzî nîne rewa

 

   Seyda piştxwirtiyek di hebûna Leşkerê Sor de didît.Vê behweriya wî bihtir cih girt,nemaze piştî damezrandina komara Mehabadê.Loma behwer bû,ko dora azadiya Kurdan ,bi hebûna vê sîstemê re,hat:

 

      Ey Kurd tu bizane ko cîhan her dem û dor e

      Serbestî  û  azadî  bizan  kotek  û  zor  e   

       Zincîrê ji gerden bişkîn zû were meydan

       Îdî  tu  metirs  pişt  û  bira leşkerê  Sor e

 

   Di bin siha vê bandorê de,Cegerxwîn xebata xwe berdewam kir û rewş û cenga welatê xwe bi ya navnetewî ve girêda,lê bi taybetî beşê sosyalîzmî.Bi asanî destê xwe dida destê hemî azadîxwazên cîhanê dijî imperyalîzm,kolonyalîzm û kevneperestiyê.Wilo,şerê dek û dolabên ko ne tenha di Rojhilata Navîn de dihatin danîn dikir,lê wilo jî şerê hemî peymanên leşkerî dikir.Li ser peymana Tirk û Pakistan dibêje:

 

           Peymana dîlî,gerdenşikestî

           Tijî  koletî , hemî  bindestî

                             :

            Zincîra dîlî giran û dugurd

             Xiste gerdena Tirk û Laz û Kurd

 

   Wilo jî peymana Bexdê şermezar dike û tinazên xwe bi peymandarên wê dike,dibêje:

 

            Destên Ismet şikandin wa xistine cebsînê

            Dijmin li Tirk siware,Beyar digre dezgînê

            Kurd bindeste li pey wan tenê dikî nifrînê

            Diçin  riya felaket  qet  guh nadin  qêrînê

 

   Bi miletên azadîxwaz re şahî dikir.Lewra serketina miletê Viyetnam,

di şerê Diyan Biyan Fû de,pîroz dike û payebilind dibîne:

 

             Diyan Biyan Fû,Diyan Biyan Fû

             Lingê  koledar  ji  ser  te  rabû

             Krên te gernas xwe dane kuştin

             Navek pir bilind ji bo te hiştin

 

   Hestên azadîxwazî û serfiraziyê,di navbera Cegerxwîn û cengdarên cîhanî de,hevpar bûn û pêrgî hev dihatin....Pol Robson jî yek ji van stranbêjên şoreşgêr bû ,yên ko Cegerxwîn gaziya xwe lê dike:

 

             Dengê te ê xweş her kes dixwazî

             Wî dengê şêrîn...

            Bêje ey heval,hevalê delal

            Bi saz bi qîrîn...

            Bimrî koledar,bimrî koledar

            Bijî azadî,bijî serbestî

 

   Wilo jî dengê xwe dighîne hemî azadîxwazan,da destan,bo serxwebûna xwe bidin hev :

 

            Hindî  û  Çînî , Ereb  û  Hebeş

            Hemî bibin yek,çi gewr û çi reş 

 

   4.Ceng:

 

   Seyda,di rîvebirina cenga xwe de  li pirsa xwe ya gelêrî dihêwire û dipelîne,ko komelên navnetewî jî pişta xwe dane vê pirsê.Lewra li wan dike hawar:

 

           Komela heqqê mirovan,heqqê her kes daye wan

           Dengê Kurd kes nabihîze sed hewar û sed  eman

 

   Wilo jî berê xwe dide birayên xwe,yên misilman.Dide wan kesên,ko wekheviyê,di mafên mirovanî de,dicivakên xwe de dixwazin,lê  rê nadin zimanê Kurdî  ko bi  rola xwe  rabe:

 

            Ev birayên me misilman dev ji me bernadin

            Qey rast e em kole ne ew ji me re esyad in

 

            Heqqê  jin  û  hiqûqê  insan  dixwazin

           Lê  destûra zimanê  me  ji me  re qet  nadin

 

   Êdî  Seyda,rîvebirina cenga xwe bi durustî dipelûne.Di bîne ko berî hertiştî guhertin di nava civaka wî de pêwistin,lewra xwe ji vê cengê re diçikilîne û wê li sê zîlanên bingehîn dabeş dike: eborî,civakî û zanistî.

 

   a. Di warê eborî de :

 

   Seyda dibîne,ko rewşa eborî  roleke mezin di warê pişketin û xwenasînê de,di warê şiyarbûn û çavbelkirinê de dileyize:

 

              Miletê reben qet nabî hişyar

                              :

              Malê te dixwin bi zor û bi dar

 

   Da civaka Seyda,di warê eborî de,li ser piyên xwe raweste,gazî dike ko herkes berê xwe bide kar û ji keda xwe bijî.Nemaze ew beşê ko xwe dispêre pars û zekatê:

 

             Ew dewr û dolabê dinê ma  jê tu çi dibînî mela

             Cotkar  jî  wek te ma reben,tê jê çi bistînî mela

 

   b. Di warê civakî de:

 

   Da Seyda hevalbendan,di vî warî de,li xwe bide hev,dijminê qada bindest pê dide nasîn:

 

                 Paşa û begler,axa û muxtar

                 Malê te dixwin bi zar û bi dar

                 Lê şêx û mela dixwin bi nivişt

 

   Seyda vî beşê civakê di çav hevalbendên xwe de rûreş dike,dema wan dike dostên neyaran:

 

                  Axa li ser masa neyar kasê li kasa wî didî

 

Wilo jî wan bi zikreşî û xedarî berçav dike,dibêje:

 

                   Me dî şêxek bi şaş û cubbe derket

                   Wekî  şahan  ji  bircê  hate  xware

                                     :

                  Mi  dî  çav  û  birû  tev  de dilîzin

                  Me zanî  ev  ne şêx  e , koremar e

 

   Seyda,di vê cengê de ,destê xwe dide destê qada bindest.Dide karker,cotkar û belengazan.Da bi hev re şerê şêx,mela,beg,axa û hemî çînên serdest,lê ji wan ew kesên ko pişta xwe dane pirsa gel, bikin.Lewra geh şîretan li vî beşî dike,geh jî li wî beşî dike.Berê xwe dide melan,ew bîrewerên civakê,gazî dike:

 

                  Mela rabe ji xew îro

                   Heta kengî mirîşo bî

                                        Bi destê dijminê milet

                                        Ne şerme,ko tu kaşo bî

 

   Wisa jî diyar dike ,ko diya çerx û felek e,dem û dewran e,ji kesekî re namîne û  zordestî  dom nake.Belê ev çerx  nala gera ferên êş e:

 

               Ger li aşî  guh  bidêrî  çerxê gerdûn tête  bîr

               Ê nezan qet nabihîzî xeyrî deng û çeq- çeq e

 

   c. Di warê zanîn û nasînê de:

 

   Seyda êş û jana civaka xwe,berî her tiştî,di kewdeniya gel de didît.Hawar dikir da nifşê nû berê xwe bide xwendin û zanînê,dergehê pêketinê :

 

                        Xwendin nebî kes naçe pêş

                        Peyda dibin pir derd  û  êş

 

   Da jina Kurd jî,di vê civakê de, hevpar û hevpişk be bi beşê nêr re,doza şiyarbûna wê jî dikir.Doz dikir ko girêbendên civaka kevnar biqetîne.Yek ji van girêbendan serrûk bû:

 

                       Sed tif li wê perda te bî

                                          Ko daye ber xalên diqer

 

   V.Dengdan:

     Seyda kok û bingehên nav û dengê xwe xweş dizane.wilo bi asanî û rewanbêjî  ji yara xwe re dibêje: 

 

                          Eger  şoxî , eger  şengî

                         Eger  rindî , sipî-rengî

                         Li ser te min bi vî rengî

                                         Di nav Kurdande deng daye

 

   Dimîne,em di dawiya vê kurtexwendina xe de bêjin,ko SEDSALIYA  Cegerxwîn birînêm me ji nû ve vekirin.Erê Seyda bûye birîna hemî dilan,lê wilo jî bûye çira hemî malan û gula hemî zaran.Jêmayên wî bûne findeke vêketî  di jiyan û ramanên miletê wû de.

    Seyda,li gorî bilindbûna bejna toreya xwe pirs bi şûn xwe de hiştin.Lê,em dibêjin:

 

                     Ev çi pirs in...

                            Eger kî bû,welatlî bû

                            Şivanê dîn û zana bû

                            Cegerxwîn bû,cegerda bû.

 

   Peyva dawî piştî vê raxistinê dixwazim bibêjim. Ew jî ew e,ko gerek e heyberê evra \ ango muqeddes\ li ba xwêner nebe,lê dema mirov rexnê bike gerek e neynika rexnegir berhem,dem,rewş û pileya rewşenbîriyê be.                                             

 

         Dawî

  

  Têbînî :

    Rezoyê Osê  ev lêkolîn ji  bo sedsaliya Cegerxwîn,ya ko li Izmîrê di 27.09.2003 de li dar ket,hatibû nivîsandin û li wir hate xwendin.

 

* Li jêr, deqa daxwaznameya komîta xelata helbestvanê kurd Cegerxwîn ya ku pêşkêşî serokê şaredariya bajarê Qamişlo kirine ji bo bi navkirina kolanekê, dibistanekê û gastîneke giştî bi navê Seyda Cegerxwîn.

 

Birêz serokê encûmena bajarê Qamişlo !

 

   Komîta xelata helbestvanê Kurd Cegerxwîn,vê yekê radixe :

   Sala 2003 an sedsaliya helbestvanê Kurdî navdar Cegerxwîn e.Ew navê,ko ne tenha di toreya Kurdî de,lê wilo jî di toreya mirovanî de diçîse.Ew mirovê,ko bi şêweyekî mirovane piştgîriya pirsgirêkên miletan,bi tevayî,dikir.

   Belê,Cegerxwîn kurê bajarê Qamişlo bû ûpiraniya afrandinên xwe li vî bajarî nivîsîne.Erê,wilo bi şûn û warê xwe ve girêdayî  bû,tanî bicihbûna wî li welatekî

Iskandînavyayê ـ warê xweşiyê ـ heskirina bajarê wî di dilê wî de sivik nekir.Lewra xwesteka wî ya dawî li ber mirinê ew bû,ko li bajarê xwe û di hewşa mala xwe de bê veşartin,da ji wan niştevanên ko ji wan hesdikir nêzîk bimîne.

   Bo vê yekê,em komîta xelata helbestvanê Kurd Cegerxwîn ev sedsaliya ko ahengên wê li gêra navnetewî li dar dikevin ji we bihêvî ne :

   1.Kolana ko di ber mala wî re derbas dibe,bi "  kolana  Cegerxwîn " bi nav bibe.

   2.Navê wî li garsîneke bajarê Qamişlo bibe û nîgarê wî tê de bê danîn.

   3.Dibistanek bi navê wî bi nav bibe.Herwekî ew yek ji ronakbîrên sereke bû,ko  doza vekirina dibistanan li Cizîrê dikir.Wilo jî hozanvanekî welatperwerî û mirovaniyê bû.

                   Qamişlo 19.08.2003

Komîta xelata Cegerxwîn:

    

Abdulrazak Ossi (Rezo) ,  Selman Osman  (Konê Reş) Hefîz Abdulrahîm , Ibrahî El Yûsif

 

Têbînî:

Ev belgedaxwazî giha destên serokê encûmena bajarê Qamişlo û di bin nemra 2604|20.08.2003 li dîwanê hate danîn.

 

_________

 

7-Birûskên gihiştin komîta amedekar ev bûn:

 

* Birûsk ji KTV ya asmanî.

* Birûsk ji Dr.Zerdeşt Haco, serokê PEN a kurd.

* Birûsk ji Mesûd Xelef.

* Birûsk ji Avokat Mehmûd Umer.

* Birûsk ji rêxistina mafê mirovan li Sûriyê(MAF).

* Birûsk ji Girûpa Dêrikê ya Çanda kurdî

* Birûsk ji hunermenda kurd Îtîdal.

* Birûsk ji Ebdulkerîm Umer.

* Birûsk ji Adil Dîlanî.

* Birûsk ji Komîta Jinên kurd.

* Birûsk ji Malpera Welatê Me.

* Birûsk ji Dîdargeha Girkê Legê ya rewşenbîrî.

* Birûsk ji Koçka Qamişlo ya Çandeyî.

* Birûsk ji tevgera Xortên Kurdan.

* Birûsk ji Rojnamevan û nivîskar Ibrahîm Al yûsif-Dewha-Qeter.

* Birûsk ji Malpera Keskesor.

* Birûsk ji Rojnameya Rêya Gel-Parta Çep a kurd li Sûriyê.

* Birûsk ji Baxê jinên Dêrika Hemko.

* Birûsk ji Girûpa Hesekê ya rewşenbîriya kurdî.

* Birûsk ji Nivîskarên Serê Kaniyê.

* Birûsk ji Koçka Cegerxwîn ya rewşenbîriya kurdî-Çil Axa.

* Birûsk ji Helbestvana kurd Evîn Şikakî.

* Birûsk ji Hunermendê Kurd Beha Şêxo.

* Birûsk ji Navenda Gulan ya rewşenbîriya kurdî li Girkê Legê.

* Birûsk ji nivîskar Selman Barûdo.

* Birûsk ji helbestvan Ezîz Xemcivîn-Dubai

* Birûsk ji Mahîn Şêxanî.

_________

 

8-Deqên hin ji birûskan:

 

Birûska PEN-a Kurd

 

Birayên hêja endamên komîteya lidaexistina bîranîna Sedayê Cegerxwîn

Dema we xweş be:

Bi navê PEN-a kurd ş bi navê xwe, em 23 saliya koçkirina seydayê nemir Cegerxwîn bi we re bi bîr tîn in û vê rojê bi we re vedijîn in.

Bi hêviya xweşî û serketina we ez niha dimênime.

Bi rêz û silavan re.

Dr.Zerdeşt Haco

Navenda PEN-a kurd

22.10.2007

 

_________

 

Birûska KTV- ya Asmanî

 

Komîta bîranîna 23 saliya koçkirina Cegerxwîn

Hêjayan, silav û rêz

Em vî Karê we yê hêja ji dil pîroz dikin, hêvîdar in her berdewam bin li ser van karên giring.

Zor sipas û serkeftî bin

KTV-Asmanî

 

_________

 

    Birûska Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî

 

-Rêzdaran endamên komîta bîranîna koçkirina (23) saliyê seydayê Cegerxwîn .

- Sernivîskar û karmendên rojname û govarên kurdî yên piştgir û alîkar.

Silav û rêzgirtin

Bi navê Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî em bi dilgermî tevlî çalakiya bîranîna salvegera (23) saliya koçkirina seydayê Cegerxwîn dibin û sipasiya we dikin li ser vî karê we yê berçav û cihê şanaziyê.

Em weke guropeka rewşenbîrî xwe didin naskirin, pêxemiya me ya herî mezin ewe ku em karibin di vê demê de û libin dest û darên pêstûrî û îşkence û hişkiyê de pilatformên derbirrînê avabikin. Ji ber vê yekê, em gaziya xwe ji hemî nivîskar û rewşenbîrên azad û rastî xwaz re bilind dikin ku beşdariyê bi rengekê berpirsyar û têkildar di avakirina bizav û dan û standinên rewşenbîrî û ramyarî de bikin.

Seydayê Mele Şêxmûs ji ber kul û derd, hejarî û perîşaniya miletê xwe yê kurd dinalî û ji ber wê jî bû Cegerxwînê kurdayetiyê .

Seydayê Cegerxwîn zimanzan, çîroknivîs, nivîskar, dîrokzan û helbestvanekê mezin û çeleng bû, di jîn û jiyana xwe de pirr êş û azarî kêşand, gelek delîv û derfetên berteng derbaskirin û pêre gencîneka zengîn û rengîn ji raman û têgehên ciwan li peyî xwe hêlan .tevî ku seydayê Cegerxwîn di van waran de hespê xwe bezand û berhemin balkêş afrandin, di kêleka wan de karê siyasî jî dikir û di şopand

Bi vê helkeftinê em careka dî bi navê Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî sipasiya komîta amadekar û rêveber dikin û herweha wan Govar, Rojname, dam û dezgehên kurdewarî û rewşenbîrî,û fêrbûna zimanê kurdî, ewên ku beşdarî û alîkarî di ristina salvegera bîranîna (23) saliya seydayê Cegerxwîn de kirin û dikin, û hêviya serkeftinê ji we tevan re dixwazin .

Li gel Ciwantirîn rêz û silavên me 

 

   Dêrika Hemko :  15-10-2007 Z       

Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî

 

_________

 

Birûska rêzdar Mesûd Xelef

 

Hevalên hêja, rêz û silav…

 Min dixwest bi amedebûn ez beşdar bibim, lê mixabin ku ji ber sedemên siyasî nikanim. Ez Mesûd Xelef, karmendê radio ya Kurdistan Duhok, pêşkêşkerê bernamê şevistan.

Silavên xwe yên ji dil bo we rê dikim û hêvîdar im ku ahenga we serkeftî be.

Min helbesteke Seydayê Cegerxwîn bi dengê xwe amade kiriye ji bo festîvala Seydayê Cegerxwîn  ya ku li Hewlêra paytext  dê were lidarxistin, lewma, jib o we jî rê dikim.

Helbest div ê Linkê de ye, hun dikarin ji wir wergirin bo bernamê ahenga xwe

helbest.htm/http//www.duhokradio.net

Digel silav û rêzên min.

Mesûd Xelef